Hejmara penaberên Sûrî yên hilgirê regeznameyê  Elmanî zêde bûye

Hejmara penaberên Sûrî yên hilgirê regeznameyê Elmanî zêde bûye

May 23 2024

Roja Sêşemê nivîsgeha amaran li Elmaniyayê hejmara penaberên Sûrî yên ku regezameya Elmanî wergirtine eşkere kir.

Li goî nivîsgeha amaran li herdu wîlayetên Brandenborg û Berlînê hejmara penaberên Sûriyê yên ku regezameya Elmanî wergirtine di sala 2023an de bi berawirdî bi sala 2022an zêde bûye.


Rojnameya Almanî "Berliner Kurier" ku amar ji her du wîlayetan veguhestiye, ragihand ku hejmara penaberên Sûrî yên ku regeznameya Elmanî li Birandenburgê di sala 2023an de wergirtine, gihîştiye 2488 kesan, ku nêzîkî du qat ji hejmara sala bûrî ve zêde bûye.


Serbar kir ku hejmara penaberên Sûrî yên regeznameya Elmanî li Berlînê wergirtine hindekî zêde bû, ew jî bi zêdebûna 166 kesan di sala 2022an de, ji ber ku 9,041 penaberên Sûrî di sala 2023an de regeznameya Almanî bi dest xistine, ku ev zêdebûn gihaye %1.9, ku bi vê yekê penaberên Sûrî dibne girûpa herî mezin di wergirtina regeznameyê de li heman wîlayetan.


Li gorî amaran, hejmara penaberên Sûrî yên hilgirê regeznameya Elmanî yên nû li Birandenburgê niha giheştiye 1178 kesan bi rêjeya 47.3%, û li Berlînê jejmara nû giheştiye 2468 kesan ango ji %27 zêdetir, piştre Turkî tên û di pileya Sêyem de jî Îranî tên.



258