Şewitandin li 12 gundan.. Turkiyê bi tundî gundewarê Girê Spî armanc kir

Şewitandin li 12 gundan.. Turkiyê bi tundî gundewarê Girê Spî armanc kir

May 23 2024

Turkiyê û girûpên çekdar yên bi ser opozisyona Sûriyê ve bi gûrî gundewarê Girê Spî armanc kir, di encamê de ziyamên madî rû dan.

Jêderek xwecihê ji deverê ragihand ku ku duh careke din Turkiyê û girûpên çekdar bi topxaneya xwe ya giran 10 gundên bi ser bajarê Girê Spî ve armanc kirin.

Li gore jêdera navhatî di encama wê êrîşa bêserûber de agir bi rûberên mezin ji zeviyên çandinîyê ket.

Pêr jî bi sedema topbarankirina Turiyê ji gundewarê Minbicê û Kobanê re agirekî mezin bi berhemên çandiniyê yên xelkê deverê ket.

Ev edemeke û Turkiyê û komên çekdar asta êrîşên xwe li ser gundewarê Kobanê, Minbic, Eyn Îsa û girê Spî zêde kiriye û di encama wan êrîşan de berhem û zeviyên çandiniyê li wan deveran têne şewitandin.

218