Hesekê.. Di encama teqîna paşmayeke şer de zarokek birîndar bû
May 22 2024
Li gundewarê Hesekê yê rojavayê kurdistanê di encama teqîna mayîneke çandî de zarokek birîndar bû.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku îro bajarokê Til Temir li gundewarê Hesekê yê rojavayê kurdistanê mayîneke çandî ji paşmayên şer teqiya û di encamê de zarokek 14 salî birîndar bû û bo nexweşxaneyê hate veguhestin.
Li gorî amarên Rewangehê bi vê teqînê hejmara qurbaniyên paşmayên şer ji destpêka Çileyê û ta roja îro dighêje 219 kesan ji wê hejmarê 102 kes jiyana xwe ji dest dane, 117 kesên din jî birîndar bûne ku piraniya wan zarok in.
248
