Kobanê .. agir bi 150 donim zevî ketin
May 22 2024
Li bajarê Kobanê yê rojavayê kurdistanê agir bi zeviyên genim û ceh ketin, di encamê de bi dehan donim zevî şewitîn.
Jêderek xwecihî ji deverê ragihand ku duh agir bi zeviyên genim û ceh yên navbera herdu gundên Yediqê û Hilincê li başûrê Kobanê ketin, di encama wî agirî de bêhtirî 150 donim zevî şewitîn.
Li gorî heman jêderê ew agir ji aliyê tîmên agirvemirandinê û xelkê deverê hate kontirolkirin, bê ku sedema şewitandinê were naskirin.
203
