Kobanê.. nirxê desteya nan 50% bilind bûye

Kobanê.. nirxê desteya nan 50% bilind bûye

May 21 2024

Tevî rewşa xirab ji hemû waran ve, derdeseriya xelkê roj bi roj zêdetir dibe, herî Dawî, nirxê desteya nan li bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê bi rêjeya 50% bilin bûye.

Jêdereke xwecihî ji deverê ji ARKê re ragihand, desteya nan li nanxaneyên bajarê Kobanê careke din bilind bû, ku niha bi 1500 Lîreyên Sûrî tê firotin û bi rêya birêkaran bi 1800 L.S tê firotin.

Jêderê serbar kir ku di dema bûrî de, nirxê desteya nan bi 1000 L.S li nanxaneyên Kobaniyê dihat firotin, lê ev bilindbûn êş û azarû derdeseriya welatiyan zêde kir, bi taybet ew kesên ku nikarin nan ji malbatên xer re dabîn bikin.

Welatiyên Kobaniyê ji kirîzên ku ji aliyê PYDê ve hatine dirustkirin, û necêgiriya nirxên kerestên xwarinê û bilindbûna wan ya berdewam dinalin û gazinan dikin.

314