Herdu wezîrên derve yên Rûsiyê û Emrîka kirîza Sûriyê gengeşe kir

Herdu wezîrên derve yên Rûsiyê û Emrîka kirîza Sûriyê gengeşe kir

Jul 22 2018

Wezîrê derve yê Rûsiyê bi hevşanê xwe yê Emrîkî re kirîza Sûriyê û çawaniya rêdanê ji bo gihandina alîkariyên mirovî ji bo Sûriyê gengeşe kirin .

Duh roja şemiyê 21\7\2018 wezreta derve yê Rûsiyê daxuyaniyek belav kir û têde hatiye ku Sêrgî Lafrof wezîrê derve yê Rûsiyê bi riya peywendiya telefonî bi hevşanê xwe yê Emrîkî Mayk Bombiyo wezîrê derve yê Emrîka hijmarek ji doseyên girêdayî bi herdu welatan ve gotûbêj kirin.

Di daxuyaniya wezareta derve ya Rûsiyê hatiye ku mijara çawaniya hevkarî û gihandina alîkariyên mirovî ji bo Sûriyê yek ji mijarên ku navbera herdu wezîran de hatiye ziman .

Li gor daxuyaniya wezareta derve ya Rûsiyê ku hijmarek ji doseyên girîng hatin gotûbêjkirin û bi taybet pêşeroja herdu welatan piştî hevdîtina herdu Serokên Rûsiyê Fladîmîr Potîn û Serokê Emrîka Donald Tiramp di lûtkeya Hilsinkî ya ku heftiya bûrî hatibû li dar xistin.

Her di daxuyaniya wezaretê de hatiye ku ew peywendî li ser daxwaza emrîka hate pêkanîn.

Di heman rojê de Serokê Rûsiyê Filadîmîr Potîn bi riya peywendiya telefonî ve bi Serokê Ferensayê re Îmanwêl Makron kirîza Sûriyê gengeşe kiribûn .

Û ew yek bi riya daxuyaniyeke Kirimlîna Rûsiyê hate tekez kirin û guhdanek taybet bi aliyê gihandina mirovî ji bo Sûriyê hate kirin û cîbicîkirina despêşxeriya Ferensî Rûsî ya hevbeş .

Li gor jêderan ku wezareta derve ya Rûsiya di riya balafirxaneya şatûr ya Ferensî 44 tun ji alîkariyên mirovî gihandin balafirxaneya Himêmîm ya li Sûriyê .



700