
Emerîka droneke Îranî li gundewarê Dêra Zorê armanc kir
Apr 21 2024
Hêzên Emerîkî li gundewarê Dêra Zorê dronekê bi ser mêlîsên îranê ve armanc kir.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan rarihand ku hêzên Emerîkî li bingeha Konîko ya xazê li gundewarê Dêra Zorê dronrke mêlîsên Îranî ku li ser esmanê deverê ve difirî armanc kir, bê ku ziyan werne naskirin.
Li gorî belgekirina Rewangehê ji rêkefta 19 Mijdara 2023an û ta niha 125 caran bingehên Emerîkî li Sûriyê ji aliyê mêlîsên îranê ve hatine armanckirin.
152