Heleb.. 3 kes li bajarokê El-Rahî di encama teqîna otombîleke bombekirî de hatin kuştin.

Heleb.. 3 kes li bajarokê El-Rahî di encama teqîna otombîleke bombekirî de hatin kuştin.

Apr 07 2024

Li bajarokê El-Rahî yê gundewarê Helebê yê bakurê Sûriyê, di encama teqîna otombîleke bombekirî ya Lîwaya “Semerqend”ê de, 3 kes hatin kuştin.

Çavkaniyên medyayî yên Sûriyê ragihandin ku şeva borî, Şemiyê 06.04.2024, bombeyeke di otombîleke Lîwaya "El-Semerqand" ya bi nimreya Artêşa Niştimanî de, li xala pişkinînê ya polîsên sivîl li deriyê bajêr teqiya. û 3 kesên ku di hundir de bûn hatin kuştin.

Çavkaniyên medyayî yên Sûriyê diyar kirin ku piştî teqînê hişyariya ewlehiyê li herêmê hatiye bilindkirin.

69