Efrîn.. 5 malbatên derbider û penaber vegeriyan ser zêdên xwe

Efrîn.. 5 malbatên derbider û penaber vegeriyan ser zêdên xwe

Mar 31 2024

Tevî astengî û binpêkirinan, pêla vegera malbatên penaber, derbider û koçberkirî bo ser zêdên xwe li Efrîna Rojavayê Kurdistanê berdewam e.

Jêdereke xwecihî taybet ji ARKê re got ku 5 malbaten derbider û penaber ji Lubnan û Helebê vegeriyan ser zêdên xwe li Efrînê.

Li gorî jêdera taybet, 2 malbat ji gundê Ze`ra, malbatek penaber ji navçeya Şiyê, malbatek ji gundê Dîkê, û malbatek ji gundê Xidreya.

Li gor amarên ARKê ji destpêka sala 2024an ve bi dehan malbatên kurd vegeriyane navçe, û gundên xwe li Efrîna rojavayê kurdistanê.


227