Israîl hejmareke bingehên leşkerî li Helebê armanc kirin

Israîl hejmareke bingehên leşkerî li Helebê armanc kirin

Mar 29 2024

artêşa Israîlê embarên çek û teqemeniyan yên bi ser Hizbulaha Libnanî li nêzîkî balafirxaneya Helebê ya navdewletî, û kargeha berevaniyê li devera Elsefîr kirine armanc.

Jêderên ragihandinê yên Sûrî ragihand ku balafirên şer yên Israîlî derengiya şeva bûrî embareke çekan ya bi ser Hizbulaha Libnanî ve li devera Cibrîn li nêzîkî balafirxaneya Helebê ya navdewletî armanc kir, bê tomarkirina ziyanên madî li heman cihî, herweha kargeha berevaniyê li devera Elsefîra jî kire armanc.

Jêderê da zanîn ku di encama wê êrîşê de herî kêm 36 çekdarên rêjîmê hatin kuştin, û bi dehan cekdar jî bi giranî birîndar bûn.

64