Emerîka di piştevaniya bingehên xwe de li Sûriyê berdewam e

Emerîka di piştevaniya bingehên xwe de li Sûriyê berdewam e

Mar 29 2024

Di çarçoveya bihêzkirina bingehên xwe li Sûriyê, Hevpeymaniya Navdewletî di rêya bejayî û esmanî re hêzên zêde rêkir bingehên xwe li rojhelatê Sûriyê.

Jêderên ragihandinê yên Sûrî ragihand ku duh karwanek leşkerî ya hevpeymaniyê ku ji 30 barhilgirên barkirî bi alavên leşkarî û locistîk pêk dihat giheşt bingeha Til Beyder li gundewarê Hesekê yê rojavayê kurdistanê.

Serbar kir jî ku di heman rojê de balafireke Emerîkî barkirî bi alavên leşkerî û locistîk li bingeha Xirab Elcîr li başûrê Rimêlan li rojavayê kurdistanê danî.

Herweha roja Çarşemê jî balafireke Emerîkî barkirî bi alavên leşkerî û locistîk li bingeha Elumer ya neftê li gundewarê Dêra Zorê danî.

61