Rêjîma Esed 3 gund li Idlibê  armanc kirin

Rêjîma Esed 3 gund li Idlibê armanc kirin

Mar 24 2024

Çekdarên Rêjîma Esed di armanckirina gundewarê Idlibê de berdewam in, herî dawî rêjîmê devera çiyayê Elzawiya li başûrê gundewarê Idlibê topbaran kir.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku Rêjîma Esed bi bêhtirî 50 topî derdora bajarokê Kinsifra, Elbara , û Kifir Iwêd li devera çiyayê Elzawiya li başûrê gundewarê Idlibê topbaran kirin.

Rewangehê da zanîn ku di encama wê êrîşê de ziyanên madî rû dan, bê ku ziyanên canî were naskirin.

55