Rêjîma Esed Başûrê gundewarê Idlibê armanc kir

Rêjîma Esed Başûrê gundewarê Idlibê armanc kir

Feb 19 2024

Çekdarên Rêjîma Esed di armanckirina gundewarê Idlibê de berdewam in, herî dawî rêjîmê devera çiyayê Elzawiya û hin gundên bi ser Idlibê topbaran kirin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku Rêjîma Esed careke din bi topan derdora bajarokê Kinsifra li devera çiyayê Elzawiya li başûrê gundewarê Idlibê topbaran kir.

Rewangehê serbar kir jî ku çekdarênRêjîma Esed her yek ji bajarokê Kifir Ewîd, Elfitîra, ûElbara, û gundê Wehreş, Bînîn, Elriwêha li başûrêgundewarê Idlibê armanc kirin.

Rewangehê da zanîn ku di encama wan êrîşan de 2 welatiyên sivîl bi giranî birîndar bûn.

174