Tora Sûrî :Di Çileyê de 73 kes li Sûriyê hatine kuştin

Tora Sûrî :Di Çileyê de 73 kes li Sûriyê hatine kuştin

Feb 07 2024

Tora Sûrî ya Mafê Mirovan raporek derbarê qurbaniyên êrîşû binpêkirinan li Sûriyê di meha Çileyê belav kir.

Li gor rapora Tora Sûrî ya Mafê Mirovan ragehandî ku, di meha bûrî de hejmara qurbaniyên şêrîşan li Sûriyê giheşte 72 kuştî, ji wan 18 zarok û 10 jin in.

Da zanîn jî ku herî kêm 37 êrîş li ser navendên serekî û avahiyên sivîlan hatine kirin, ji wê hejmarê Rêjîma Sûrî 29 êrîş li ser bajarê Idlibê û Helebê pêk anîn, herweha 11 êrîş li ser dibistan û 2 li ser avahiyên pizîşkî hatine encamdan.

Tora navhatî da zanîn ku di meha bûrî de 72 sivîl ku 5 ji wan li zinadên rejîmê di bin êşkenceyê de hatin kuştin,û bêhtirî 182 kes jî ku 8 zarok û 4 jin di nav wan de hene li ser destê tevaya aliyên nakûk li Sûriyê hatine girtin,

Di dawîya raporê de rêxistina navborî tekezî li ser pêwîstiya veguhestina dseya Sûrî bo dadgeha tawanan ya navdewletî û sizadana tawandaran kir.

232