Netewên Yekgirtî: Li Sûriyê hejmara kesên ku pêdiviya wan bi alîkariyê heye gihişt 16.7 milyonan

Netewên Yekgirtî: Li Sûriyê hejmara kesên ku pêdiviya wan bi alîkariyê heye gihişt 16.7 milyonan

Jan 31 2024

Rapora Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî eşkere kir ku li Sûriyê hejmara kesên ku pêwîstiya wan bi alîkariyên mirovî heye gihîştiye 16.7 milyon kesî ku li gorî sala borî ji sedî 9 zêde bûye.

Raporê amaje bi wê yekê kir ku hejmara kesên ku "bandor bûne" li seranserê Sûriyê gihîştiye 6.8 milyon awareyên navxweyî, 155,000 awareyên vegeryan, û 37,000 vegeryan bo Sûriyê, û 16,000 penaber û penaxwazan.

Beriya niha jî Tîma Bersivdana Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihandibû, ku hejmara kesên ku pêwîstiya wan bi alîkariyên mirovî hene li Sûriyê gihîştiye 17.3 milyon kesan.

Tekez kir ku "çi kêmasî an guhertinek di awayê ketina alîkariyên mirovî de rê li ber karesatên ji hejmarên ku hatine destnîşan kirin mezintir vedike."

89