Serok serxweşî ji malbata Ednan Paçeçî re xwest

Serok serxweşî ji malbata Ednan Paçeçî re xwest

Nov 18 2019

ARK NEWS .. Serok Mesûd Barzanî bi boneya koçadawiya Ednan Paçeçî siyasetmedarê navdar yê Iraqî, nameyeke serxweşiyê belav kir, tê de sersaxî pêşkêşî malbata wî kir.

Nameya Serok ev e :

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi xem û kovaneke zêde ve nûçeya koça dawî ya dîplomatkar û siyasetmedarê navdarê Iraqî, Adnan Paçeçî gihîşt me û me xemgîn kir.

Bi vê helkefta xemgîn de serxweşiyê li malbata Paçeçî û tevahiya hevalên xwedê jêrazî dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.

Ji xwedayê mezin lava dikim wî bixe ber dilovaniya xwe û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşê.


Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
18.11.2019

294