Israîl gundewarê Der`ayê armanc kir

Israîl gundewarê Der`ayê armanc kir

Jan 31 2024

Artêşa Israîlê du bingehên leşkerî li gundewarê Der`a armanc kirin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku duh êvarî Israîl bi mûşekan bingeheke leşkerî li devera Til Elcimûh, û bigeheke din li nêzîkî gundê Nafî`a li devera Hewd Elyermûk li gundewarê Der`ayê bombebaran kirin, bê ku ziyanên êrîşê were zanîn.

Rewangehê da zanîn ku ev êrîşa Israîlî hat piştî avêtina 3ê mûşekan li ser devera Colanê.

164