QSDê zarokeke 13 salî ji gundewarê Kobanê revand
Zincîra revandina zarokan li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê QSDê ve berdewam dike, herî dawiyê zarokeke 13 salî li Kobanê revand.
Jêderek ji malbata zaroka revandî ya binavê Semîra Elî Morê ji ARKê re ragihand ku berya 2 rojan Tevgera Ciwanên Şoreşger ya bi ser QSDê ve keça wan Semîra ya tenen 13 salî ji gundê wan Bihir Cirûd li gundewarê Kobanê revand û berev cihekî ne diyar ve birin.
Malbatê da zanîn ku wan seredana tevaya dam û dezgehên bi ser rêveberiya PYDê kirin, û ji wan re gotin ku keça wan Semîra li leşkergehên wane li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ye.
Malbata zaroka revandî di rêya ARKê re banga vegerandina keça xwe Semîra daku berdewamiyê bi xwendina xwe bike kir.
Revandina zarokan berûvajî rêkeftina ku Mezlûm Kobanê fermandarê QSDê li gel Vêrcîniya Gamba nûnera Netewên Yekgirtî bo karûbarên zarokan û çekirina wan, di sala 2019an îmze kiriye tê, ku yek ji naveroka wê rêkeftinê rêgirîkirina tevlîkirina zarokan nava QSDê ye, û serbestberdan zarokên jêr 18 salî yên ku tevlî bûne, tevî bang û hawara mlabatan, ev diyardeya ku berê mlabatan dide derveyî welêt û koçberiyê berdewam dike.
271
