Ji tirsa bersiva Emerêkî .. Mêlîsên Îranê bingehên xwe li Sûriyê vala dike
Piştî armanckirina hêzên Emerîkî li ser sînorênavbera Sûriyê û Urdinê de, mêlîsên bi ser îranê ve ketin amadepaşiyê de û bingehên xwe yên leşkerî li gundewarê Dêra Zorê vala kirin.
Jêderên ragihandinê yên Sûrî ragihand ku mêlîsên bi ser îranê ve derdora 12 bingehên xwe li herdu bajarên Elbokemal û Elmeyadîn û deverên derdorê li Dêra Zorê vala kirine û bo bingehên din veguhestine ji tirsa bersiva Emerîkî piştî kuştina 3ê leşkerên wê û birîndarbûna 34 leşkerên din di encama armanckirina mêlîsên îranê ji bigeheke Emerîkî re li ser sînorê Sûriyê û Urdinê.
Li gorî heman jêderan ta niha mêlîsên îranê bingehên xwe li keleha Elrehba li biyabana Elmeyadîn û çargoşeya ewlehî li taxa Eltemo, û bigehên li bexçeyên Elmeyadîn û yên li nêzîkî dibistana Elhesen, û gundên Eltîba û Sibêxan li gundewarê Dêra Zorê vala kirine.
Da zanîn jî ku ew mêlîs berê xwe dane bingehên din, di çarçoveya dûbare belavkirina xwe û guhertina bingehan ji tirsa bersiva Emerîkî li dijî wan li Sûriyê.
159
