Welatiyên Kobanî.. Rêveberiya PYDê li şûna mazotê şehim li me belav kir.

Welatiyên Kobanî.. Rêveberiya PYDê li şûna mazotê şehim li me belav kir.

Jan 27 2024

Di vîdeoyekê de ku ji Ark News re hatiye şandin, ew nebaşiya mazota ku ji aliyê rêveberiya PYDê ve hatiye belavkirin nîşan dide, û diyar dibe ku mazota ku tê belavkirin rêjeyeke bilind ji şehmê heye ku ji bo bikaranîna mirovan ne guncaw e û metirsiyê li ser jiyana wan çêdike.

Jêderên xwecihî ji bajarê kobanê yê rojavayê kurdistanê ragihan ku bajarî kobanê rastî kirîzeke sutemeniyê ya dijwar hatiye bi taybetî mazot ku îdî nema peyda dibe.

Roja 17 Êlûna 2023an Rêvebeirya PYDê nirxê mazota ku ji aliyê wê ve tê dabeşkirin ji 525 lîreyan bo 2100 lîreyî bilind ki, û mazota li bazarê tê firotin PYDê nirxê wê ji 1700 lîreyî bilind kir bo 4600 lîreyên sûrî.

Ev kirîza sûtemeniyê tê holê di demê ku xelkê bajarê kobanê yê rojavayê kurdistanê rastî krîza avê û gazê tên bê dîtina tu çareseriyan ji van kirîzan re btaybet piştî derkeitna jimareyek mezin ji navendên serekî ji kar.

74