Elbehra: Nebûna hewlên cidî derbarê doseya girtiyan de kiryarên Rêjîmê zêde kirine
Serokê Itîlafa Niştîmanî ya Sûrî Hadî Elbehra ragihand ku wêneyên Qeyser û dîmenên komkujiya Eltedamin û Çemê Qiwîq hîn nehatine jibîrkirin, û ev yek amajeyeke zalale li ser hovitiya Rêjîma Esed dermafê girtiyan de.
Elbehra rekezkir û got ji ber nerînên wan yên siyasî yên dijber ji Rêjîmê re, yan beşdarbûna wan di xwenîşandanan de welatiyên Sûrî ji aliyê Rêjîmê ve hatine girtin û binçavkirin.
Serokê Itîlafa Niştîmanî ya Sûrî serbar kir ku nebûna hewlên navdewletî yên cidî derbarê azadkirina girtiyan û diyarkirina çarenivîsa windabûyan,bû sedema zêdebûna asta serkutkirin û terorê dijî welatiyan ji aliyê çekdarên Rêjîma Esed li deverên bin kontirola wê de.
Herweha da zanîn ku bi tenê şermezarkirina navdewletî ne bese û ne cihê qebûlkirinê ye, û pêwîst etevgereke cidî di vê derbarê de ji aliyê navdewletî ve were kirin ji ber ku bi sedê hezaran kes di zindanên Rêjîmê de li benda azadiyê ne.
202
