Parîs.. Desteya Danûstandkara Sûriyê bi berpirsine Ferensî re piroseya siyasî gotûbêj kir

Parîs.. Desteya Danûstandkara Sûriyê bi berpirsine Ferensî re piroseya siyasî gotûbêj kir

Jan 25 2024

Ji bo gengeşekirina pêşhateyên piroseya siyasî li Sûriyê, şandek ji Desteya Danûstandkara Sûriyê giheşte Parîsê, û hejmarek hevdîtinên giring li gel berpirsiyarên Ferensî re encam dan.

Duh Çarşemê Desteya Danûstandkara Sûriyê li baregeka Wezarete Derve ya Ferensayê bi Birîcît Kurmî Şandeya Ferensî ya taybet bo Sûriyê ,û Nasan Hayik Rawêjkarê Wezîrê Ewropa û karûbarên derve li Rjhelata Navîn û Bakurê Efrîqiya civiya.

Di civînê de pêşhateyên piroseya siyasî ,giringiya dîtina rêyan bo bicîkirina biryara navdewletî 2245, û giringiya rola Ferensa di doseya Sûrî gotûbêj kirin.

Herweha Serokê Desteyê Bedir Camûs amaje bi xwenîşandanên Siwêdayê û pêwîstiya piştevaniya wê kir.

Xirabûna rewşên ewlehî û mirovî li Der`a, û berdewamiya kockirina Sûriyan I tevaya navçeyan bi rêyên ne yasayî berev Ewropa beşekî din ya wê civînê bû.

Di hevdîtina li gel Nasan Hayik de Camûs ronahî xiste ser dawîn pêşhateyên piroseya siyasî li Sûriyê, û rêgirîkirina Rêjîma Sûrî ji danûstandinan re û redkiriuna wê ji bicîkirina biryara navdewletî 2254 re.

Û tekez kir ku bicîkirina biryarên navdewletî rêya tekane ye bo peydakirina aştiyê li Sûriyê.

Ji aliyê xwe ve Hayik piştevaniya welatê xwe ji hewlên desteyê re di serkeftina piroseya siyasî û gelê Sûriyê re nîşan da.

Herweha şanda Desteyê li jîr zincîra hevdîtinên xwe li Parîsê bi Îmanwêl Sûkiya Cîgirê birêvebirê Rojhelata Navîn di Wezareta Derve ya Ferensayê re civiya.





197