Emerîka du balafirên barkirî bi alavên leşkerî şand bingehên xwe li Sûriyê

Emerîka du balafirên barkirî bi alavên leşkerî şand bingehên xwe li Sûriyê

Jan 24 2024

Emerîka di şandina hêzên zêde de di rêyên bejayî û esmanî re bo bigehên xwe li Sûriyê berdewam e, herî dawî di rojekê de du balafirên barkirî bi alavên leşkerî li deverê danî.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku duh balafireke Emerîkî barkirî bi alavên leşkerî û locistîk li bingeha Hevpeymaniyê Navdewletî li kêlgeha El`umer ya petrolê li gundewarê Dêra Zorê danî

Serbar kirû got berya wê jî bi cend demijmêran balafireke Emerîkî barkirî bi çek û teqemeniyan ji Iraqê derbasî Rojavayê Kurdistanê bû, û li bingeha leşkerî ya Hevpeymaniyê li gundê Xirab Elcîr li gundewarê Rimêlan danî.

Rewangehî da zanîn ku bi vê yeke hejmara balafirên Emerîkî yên barkirî bi alavên leşkerî û locistîk yên li deverê danîne di meha Cileyê de giheştiye 12 balafirî.


245