Di rojekê de 3ê caran bingeha Emerîkî li kêlgeha Konîko ji aliyê îranê ve hat armanckirin
Di rojekê de 3ê caran bingeh Emerîkî li gundewarê Dêra Zorê ji akiyê mêlîsên îranê ve hat armanckirin
Piştî armanckirina mêlîsên bi ser Îranê ve 2 caran ji bingeha Konîko ya xazê li Dêra Zorê, Mêlîşên Berxwedana Îslamî li Iraqê di daxuyaniyekê de armanckirina heman bingeha Emerîlî li heman deverê bo 3êyem car ragihan.
Duh jî Mêlîşên Berxwedana Îslamî li Iraqê di daxuyaniyekê de armanckirina bingeha kêlgeha El`umer ya Emerîkî li Dêra Zorê û bingeha Elşedadê li Hesekê bi dronan ragihandibû.
Di vê derbarê de , pêş wext berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Emerîka Batrîk Rayder eşkere kiribû ku bingehên wan li Sûriyê û Iraqê 130 carî di heyama 3ê mehan de rastî êrîşan ji aliyê mêlîsên ser bi Îranê ve hatine.
270
