Rêjîma Esed bi topan bajarê Erîha armanc kir û birîndar hene

Rêjîma Esed bi topan bajarê Erîha armanc kir û birîndar hene

Jan 23 2024

Çekdarên Rêjîma Esed di topbaran û bombebarankirina bajarê Idlibê û gundewarên wê de berewam in herî dawî Rêjîm bajar Erîha bi topxaneya giran armanc kir û qurbanî ketin.

Tîma Berevaniya Sivîla Sûrî ragihand ku duh careke din çekdarên Rêjîma Esed bi topan bajarê Erîha li başûrê gundewarê Idlibê armanc kir û di encamê de 6 sivîl ku zarok jî di nav wan de hene bi giranî birîndar bûn.


Tîma navhatî da zan jî ku jîbilî birîndarbûna sivîlan ziyanên madî bi mal û milkên welatiyan û dibistanekê giheştin.

68