Du bingehên Emerîkî li Sûriyê ji aliyê mêlîsên îranê ve hatin armanckirin

Du bingehên Emerîkî li Sûriyê ji aliyê mêlîsên îranê ve hatin armanckirin

Jan 22 2024

Cardin 2 bingehên Emerîkî li Sûriyê ji aliyê mêlîsên bi ser Îranê ve rastî êrîşan hatin.

Mêlîşên Berxwedana Îslamî li Iraqê di daxuyaniyekê de armanckirina bingeha kêlgeha El`umer ya Emerîkî li Dêra Zorê û bingeha Elşedadê li Hesekê bi dronan ragihand.

Ji aliyê xwe jî Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku di çarçoveya bihêzkirina hebûna xwe ya leşkerî li Rojavayê Kurdistanê, piştî armanckirina bingehên Emerîkî ji aliyê mêlîsên îranê vem 3ê balafirên Emerîkî yên barkirî bi alavên leşkerî li bingeha Konîko ya xazê li gundewarê Dêra Zorê danî.

Herweha balafireke din ya barkirî ku ji hejmareke zêde ya leşker û çek û teqemeniyan pêk dihat li bingeha Xirab Elcîr ya Emerîkî li gundewarê Dêrikê danî.

Berya niha berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Emerîka Batrîk Rayder ragihand ku bingehên wan li Sûriyê û Iraqê 130 carî di heyama 3ê mehan de rastî êrîşan ji aliyê mêlîsên ser bi Îranê ve hatine.


185