Pentagon: Derdora 70 leşkerên Emerîkî li Iraq û Sûriyê di êrîşên Îranê de, birîndar bûne.
Jan 22 2024
Wezareta Berevaniyê ya Emerîka (Pentagon) ragihand ku ji Cotmeha sala borî ve, nêzîkî 70 leşkerên Emerîkî li Sûriyê û Iraqê di êrîşên mêlîsên ser bi Îranê de, birîndar bûne.
Li gorî Pentagonê, di êrîşa dawî ya mêlîsên Îranê de li ser baregeha leşkerî ya Eyn Esed li parêzgeha Enbarê de, du leşkerên Amerîkî birîndar bûne.
Herweha Berpirsên Pentagonê eşkere kirin ku di navbera Cotmeha 2023 û 20ê Çileya 2024an de, nêzîkî 70 leşker di êrîşên dron û mûşekan de birîndar bûne.
Di dema borî de û piştî şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de, êrîşên li ser bingehên leşkerî yên Emerîkayê li Sûriye û Iraqê zêde bûne.
206
