Dema civîna Esîtana ya derbarê Sûriyê de hat ragihandin
Wezareta Derve ya Kazaxistanê derbarê lidarxistina gera nû ya danûstandinên Esîtanayê de, ya xwe bîst û yekê de, derbarê Sûriyê de ragihand.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Kazakistanê Aybek Semdyarov got: "Bîst û yekemîn civîna navneteweyî ya Sûriyeyê ya di çarçoveya pêvajoya Astanayê da li ser vexwendina welatên garantor di 24 û 25ê Çileyê da li paytextê Kazakistanê tê lidarxistin."
Her sê welatan baweriya xwe bi wê yekê anîn ziman ku ti çareseriyeke leşkerî ji aloziya Sûriyê re nabe, û tekezî li ser pêbendbûna xwe bi pêşdebirina proseyeke siyasî ya guncaw bi serokatiya Sûriyê û asankariya Netewên Yekgirtî kir, li gor biryara 2254 ya Encûmena Asayişa Navdewletî. ”
Her wiha tekezî li ser “pabendbûna xwe bi piştgirîkirina karê komîteyê bi rêya berdewamiya beşdarbûna aliyên sûrî di komîteyê de û Şanderê taybet ê sekreterê giştî yê Netewên Yekbûyî bo Sûriyê Gêr Pêderson”.
188
