
HRW: Gelê Sûriyê rastî kirîzeke mirovî tê
Rêxistina)Human Rights Watch( raporta xwe ya 34an di sala nû de belav kir û têde behsa kiryarên Mafên Mirovan li bêhtirî 100 welatî kiriye di nav de welatê Sûriyê.
Rêxistinê di raporta xwe de ragihand ku welatiyên sivîl li Sûriyê di sala 2023an de rastî kiryar û binpêkêrênên hovane ji aliyê Rêjîma Esed û aliyên din hatine.
Raportê serbar kir û got gelê Sûriyê rastî krîzeke mrovî tê ku 90% ji welatiyan di bin hêla hejariyê de dijîn û pêwîstiyeke wan ya zêde bi parastin û alîkariyên mirovî heye.
raportê diyar kir ku tevî Sûriyê welatekî ne aram e û kiryar û binpêkirin lê berdewam in, tevî vê yekê jî welatên cîran mîna Turkiyê û Lubnan di proseyên ne yasayî de derbarê vegerandina neçarî ya penaberên Sûrî bo welatên wan berdewam in
Raportê tekez jî kir ku nabe tu welatek hizrê di vegerandina penaberan de bo Sûrê bike li gel berdewamiya rewşên ne aram û xirabûna rewşê bi giştî.
Herweha raportê bi giştî behsa binpêkirinên mafên mirovan li Sûriyê kir û got sivîl li deverên bin kontirola Rêjîmê de di nav de penaberên vegeryane ser cih û warên xwe rastî tevaya corên binpêkirinan mîna girtin binçavkirin êşkencedan û astengiyan tên.
Derbarê deverên bakurê rojavayê Sûriyê jî raportê got di sala 2023an de çekdarên Rêjîm û Rûsiyayê di armanckirina sivîl û jêrxane û cihên giring li wan navçeyan berdewam bû ku çekên qedexekirî di wan êrîşên xwe de bikar tanîn .
131