Mêlîsên bi ser Îranê ve bigeheke Emerîkî li Qamişlo armanc kir
Mêlîsên Iraqî yên bi ser Îranê ve berpirsiyaretiya xwe derbarê armanckirina bingeheke leşkerî ya Emerîkî li bajarê Qamişlo yê rojavayê kurdistanê ragihand.
Di daxuyaniyekê de Mêlîsên Berxedana Islamî li Iraqê ragihand ku wê bi rêya çekên guncaw bingeha Hîmo ya Emerîkî li rojavayê balafirxaneya Qamişlo armanc kiriye.
Girêdayî vê mijarê di êrîşa sêyem de di heyama 24 demijmêran de mêlîsên Îranî armanckirina bingeha Emerîkî li kêlgeha konîko ya xazê li gundewarê Dêra zorî ragihand.
Patrîk Rayder Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Emerîka di kongirekî rojnamevanî de ragihand ku ji destpêka gurkirina rewşê li deverê û ta niha 127 caran bingeh û baregehên Emerîkî li Iraq û Sûriyê hatine armanckirin 75 êrîş l Sûriyê û 52 jî li Iraqê.
168
