Idlib û Sermîn.. 14 birîndar di berdewamiya armanckirina Rêjîma Esed de

Idlib û Sermîn.. 14 birîndar di berdewamiya armanckirina Rêjîma Esed de

Jan 08 2024

Di heyama kêmtirî 24 demijmêran de, bi sedema berdewamiya armanckirina herdu bajarên Idlib û sermîn bi top û mûşek û teqemeniyên şewatker ji aliyê Rêjîma Esed ve zarokek hate kuştin û 14 kesên din jî birîndar bûn.

Duh Tîma Berevaniya Sivîl ya Sûrî di raporta xwe de ragihand ku e ve du roj in û Rêjîma Esed di armanckirina herdu bajarên Idilb û Sermîn de berdewam e û di encamê de 9 kes birîndar bûn, serbarî armanckirina wê ji navçeyên giring li heman deverê.

Serbar kir ku êvara Yekşemê di encama topbarankirina Rêjîmê ji navçeya bazarê li nêzîkî dibistana navendî li bajarê Sermîn li rojhelatê Idlibê 5 kes birîndar bûn .

Di ve derbarê de Bedir Elcamûs Serokê Desteya Danûstandkara Sûrî got ku Rêjîma Esed di armanckirina xwe ya hovane de dermafê sivîlan li Idlibê û gundewarê wê de berdewam e û Rêjîm tevaya corên çekan û yên qedexekirî di wan êrîşan de bikar tîne .

Tekez jî kir ku siyaseta Civaka Navdewletî di paşguhxistina kuştina gelê Sûriyê de ji aliyê Rêjîma Sûrî ve gilopa kesk dide Rêjîmê ku cînosayd û tawanên dijî mrovahiyê li Sûriyê encam bide.




78