Rêjîma Esed bajarê Idlibê armanc kir
Jan 07 2024
Çekdarên Rêjîma Esed di topbaran û bombebarankirina bajarê Idlibê û gundewarên wê de berewam in herî dawî Rêjîmê bajar bi topxaneya giran armanc kir û qurbanî ketin.
Jêderek xwecihî ragihand ku duh careke din çekdarên Rêjîma Esed bi topan bajarê Idlibê li bakurê Sûriyê armanc kir û di encamê de zarokek hate kuştin û jinek jî birîndar bû.
Tîma Berevaniya Sivîla Sûrî eşkere kir ku di roja yekê de ji sala nû ve di encama topbarankirina Rêjîmê ji gundewarê Helebê re 6 sivîl hatin kuştin.
71