9 sal li ser şehîdbûna 4 Pêşmergeyên Roj re derbas dibin

9 sal li ser şehîdbûna 4 Pêşmergeyên Roj re derbas dibin

Jan 06 2024

ARK NEWS... 9 sal li ser şehîdbûna 4 Pêşmergeyên Roj re derbas dibin, ku di şerê DAIŞê de şehîd bûne.


Di 7ê Çileya sala 2015an de, 4 Pêşmergeyên Leşkerê Roj li Herêma Kurdistanê, di şerê mezintirîn rêxistina terorî li cîhanê rêxistina DAIŞa teror xwe kirin cangoriya xaka welatê pîroz, û navê xwe di nav refên pakrewanan de tomar kir.

Pakrewan Besam Xelef, Basil Hacî Hacî, Xemgîn Qedrî, û Emgiyan Badînî, roja Çarşemê di 7ê mehê ji sala 2015an, li dibistana Xerayic li navçeya Tilefir li Herêma Kurdistanê bûne qurbanî û şehîd bûn.

Rêxistina DAIŞa teror di rêya otombîleke leşkerî ji curî Hamir, xaleke kombûneke hêzên Pêşmergryên Roj li gundê Birhêwe li navçeya Tilefer kir armanc, di encam de her çar Pêşmergeyên Leşkerê Roj şehîd bûn.

Nav û zêdên Pêşmergeyan:

Pakrewan Besam Mihemed Xelef ji gundê Girziyaretê Çolê, yê ser bi Girkê Legê yê Dêrika Rojavayê Kurdistanê ye.

Basil Hacî Hacî ji gundê Til Xinzîr yê ser Dêrika Rojavayê Kurdistanê ye .

Xemgîn Qedrî Osman ji gundê Dîrona Qulinga yê ser Dêrika Rojavayê Kurdistanê ye.

Emgiyan Mustefa Badînî ji taxa Muftî ya bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ye.

Di 8ê Çileya sala 2015an, ango piştî şehîdbûna wan bi rojekê ji bo Rojavayê Kurdistanê hatin rêkirin, û li dergehê Sêmalka yê hevsînor navbera Rojava û Herêma Kurdistanê de, bi hezaran ji şêniyên Rojavayê Kurdistanê pêşewazî li cinazeya şehîdan kir.

Her weha şêniyek mezin xatira xwe ji wan Pêşmergeyan li Herêma Kurdistanê li pêş nexweşxaneya Pizîşka Dadwerî li parêzgeha Duhokê xwestin, û bi cenazeyan re ta sînorê Rojavyê Kurdistanê çûn.

Her çar Pêşmergeyên Leşkerê Roj li nav xaka xwe, li Rojavayê Kurdistanê bi xak hatin spartin.

116