Heyva Sor a Sûriyê û Emîndariya Geşepêdana Sûriyê amûrên talankirina alîkariyên mirovî ne
Tora Sûrî ya Mafên Mirovan di raportekê de ku roja Pêncşemê 28 ,Bercileyê, belav kir, got ku "Heyva Sor a Sûriyê û Emîndariya Geşepêdana Sûriyê" amraz in di destê rêjîma Eseda ne di talankirina alîkariyên mirovî de.
Rapora Tora Sûrî ya Mafên Mirov diyar kir ku serokê rêjîmê, Beşar Esed, ji dema ku di sala 2000 de dest bi desthilatê kiriye, gelek rêxistinên nehikûmî yên nû yên ku alîkariyên navdewletî distînin, wek Heyva Sor a Sûriyê, kontrol kiriye.
Di raporta toreyê de hatiye ku hevdem ligel kontirolkirina wî li ser van rêxistinan, Esma Esed, hevjîna Beşar Esed, çendîn destpêşxerî û pirojeyên civakê ava kirin, ku piştre wê di bin ala rêxistina "Emana Sûriyê ji bo Geşepêdanê" de ava kirin.
Raporê diyar kir ku rêjîma Esed Heyva Sor a Sûriyê û Emîndariya Geşepêdana Sûriyê bikar anîn ji bo kontrolkirina karên alîkariyê, ew bûn "hêzeke nerm" ya ku alîkariya Esed kir, ku bigihêje armancên xwe, û dergehek ji bo desteserkirina pereyên xêrxwazan û piştgiriya navdewletî.
Raporê eşkere kir ku rêjîma Sûriyê Heyva Sor a Sûriyê û Emîndariya Geşepêdana Sûriyê li ser ajansên Netewên Yekgirtî û welatên bexşkar ferz kirin.
Raporê tekez kir ku rêjîma Esed bi taybet "Heyva Sor a Sûriyê û Emîndariya Geşepêdana Sûriyê" weke du eniyên sereke ji bo wergirtina pereyên alîkariyê pejirand.
210
