"Emşat" li ser mal û zeviyên kurdan projeyan ava dikin

Dec 28 2023

Bi mebesta encamdana projeyên taybet, Li navçeya Şiyê ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê, çekdarên “Sultan Silêman Şah Emşat” 400 darên zeytûnan ji kokê ve hil kirin.

Hin zanyarî îro 28ê Berçileyê ji navçeya Şiyê ARKê bi dest xistin: Ji bilî 200 dar û rûxandina 3 malan, Emşat 400 darên din ên welatiyên kurd ji kokê ve hil kirin.

Jêderan gotin: Bi şevê, daran hil dikin û bi otombîlan bar dikin, ta niha koma giştî ya darên hilkirî ji wê zeviyê 600 dar in û 3 mal hatine rûxandin da ku projeya xwe fereh bikin.

Jêderan tekez kirin: Ji 2 salan ve çekdarên Emşat, derdora donimekê ji zeviyên kurdan desteser kir, da ku nexweşxaneyekê ava bikin, lê niha diyar bû ku avahiya damezrandiye, kiriye baregeha leşkerî".


113