Du baregehên Emerîkî li Sûriyê hatin armanckirin

Du baregehên Emerîkî li Sûriyê hatin armanckirin

Dec 28 2023

Medyayên Sûriyê eşkere kir ku teqînan du baregehên Emerîkî li gundewarê rojhilatê Dêrezorê hejandin û hêzên Emerîkî bi çekên bejayî bersiva êrîşan dan.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku baregeha El-Omer mezintirîn baregeha Emerîkî li gundewarê rojhilatê Dêrezorê li Sûriyê ye, ji aliyê grûpên ser bi Îranê ve hat armanckirin.

Li gorî çavkaniyê medyayî, hevdem ligel armanckirina baregeha li kêlgeha El-Omer, û baregeha Emerîkî li kêlgeha Konîko li gundewarê Dêra Zorê bi du mûşekan li pey hev hat armanckirin û hêzên Emerîkî jî hewl dan bi bejayî bersiv bidin.

Li gorî Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, ji 19ê Cotmeha îsal ve baregehên Emerîkayê yên li nav axa Sûriyê rastî 63 êrişan ji aliyê milîsên bi ser Îranê ve hatine.

Ermanckirina her du baregehan li Sûriyê di demekê de ku Balyoza Emerîka li Iraqê Alîna Romanûskî tekez kir ku divê êrîşên komên terorîst ên li dijî hêzên Emerîkî û hevpeymaniya navdewletî li navçeyê rawestin.

209