
Penaberekî ji R. Kurdistanê dozê li dijî parêzvanê sînorî yên Kirwatî vedike
Penaberekî ji R. Kurdistanê li Elmanyayê dozek li dijî zêrevanê sînorî yê Kirwatî li pêş Dadgeha Ewropî ya Mafên Mirovan vekir, bi tawana destdirêjiya li ser koçberan piştî ku wî dîmenê binpêkirinên penaxwazan li ser sînorê Bosnayê kişandibû.
Li gorî rojnameya El- Gardiyan a Brîtanî, Samî Berkel, penaberê bajarê Kobanî yê R. Kurdistanê, ku 17 salî bû dema ku di sala 2018an de hewl da bi komeke din a penaxwazan re ji Bosnayê derbasî Kirwatiyê bibe, “bi awayekî veşartî wêne û vîdeoyên parêzvanên sînorî kişandiye.” Parêzvanên sînorî yê Kirwatiye dema ku di rêwîtiya koçberiyê de li hevalên wî dixist û ji sînorê Bosnayê derbasî Kirwatî dibû.
Wî got, "Rewş karesat bû. Bi ti awayî piştgirî nehat û em di nav zeviyeke axî de Razan.
Berkel diyar dike vîdeoyên ku wî kişandine nîşan dide ku parêzvanên sînor ên Kirwat îşkenceyê li penaxwazan dikin, û anî ziman ku piştî desteserkirina mal û milkên wan û destdirêjiyê li wan kirin, û ew neçar kirin ku vegerin.
Ev vegerandin binpêkirina ji yasayên NY ye, ku destnîşan dike ku penaxwaz divê xwedî derfeta pêşkêşkirina penaberiyê be gava ku di nav sînorên welatekî de bin.
Di vê çarçoveyê de parêzerê hevparê Navenda Ewropî ya Destûra Bingehîn û Mafên Mirovan Carsten Cêrîk diyar kir ku ew ê nûnertiya El-Berkel û 2 Sûriyên din di doza wan de li pêşberî dadgehê bikin û diyar kir ku muwekîlên wî diyar kirin ku çawa rastî dersînorkirina komî hatine.
Dadgeha Ewropî ya Mafên Mirov pêştir biryar dabû ku polîsên Kirwatî berpirsê mirina keçeke Efxanî ya şeş salî ye, piştî ku malbata wê neçar ma ku vegerin Sêrbiya.
124