Xerbûna mazota ku PYDê dabeş dike bûye sedema mirina 7 kesan
Nebaşbûna mazota ku ji aliyê rêveberiya PYDê ve li ser welatiyan hatiye belavkirin, bû ye sedema ku di nava hefteyekê de 6 bûyerên şewitê werve rûdan.
Li gor belgenameyên malpera Ark News, roja 14 Bercile ya 2023ê, mala welatiyekî bajarê Kobanî yê R. Kurdistanê û ku li bajarê Reqayê rûniştîbû şewitî û bû sedema mirina du birayên temen 8 salî. û 9 salî.
Di 19’ê Bercile ya 2023’an de li taxa siyasî ya bajarê Reqayê Subeyeke mazotê hat şewitandin û zarokek 13 salî jiyana xwe ji dest da.
Di 20ê Bercile ya 2023an de, teqîna Subeyeke mazotê, bû sedema mirina (Lêmona Qere Elî) ku bi xwe xelka gundê Qulana ser bi bajarê Kobaniya R. Kurdistanê ve ye.
Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku ji ber nebaşiya mazota ku li ser welatiyan hatiye belavkirin, roja 18. Bercile ya .2023an Subeya germahiya mala Casim Hecî Îbo yê ji gundê Eşqana ya ser bi bajarê Kobanî ve teqiya û ziyan madî bû.
Di 17ê Bercile ya 2023an de li bajarê Kobanî agir bi nanxaneyeke geştiyariyê ket
û li gorî xwediyê nanxaneyê Rêber Hecanû, ziyanên madî bi 20 hezar dolarên Emerîkî rûdan.
Welatî ji ber berdewamiya kirîza sotemeniyê li Kobanî û nebaşiya mazota ku rêveberiya PYDê li ser xelkê belav dike gazinan dikin.
204
