Careke din Rêjîma Esed û Rûsiya deverên li bakurê rojavayê Sûriyê armanc kirin
Dec 19 2023
Careke din Rêjîma Esed û Rûsiya deverên li bakurê rojavayê Sûriyê dan ber top û mûşekan, û di encamê de ziyan rû dan.
Çalakvanên deverê ragihand ku îro careke din balafirên şer yên Rûsî deverên li rojhelatê bajarî IdlIbê bOmbebaran kirin.
Çalakvanan serbar kir ku di heman demê de ji aliyê xwe ve Rêjîma Esed herdu gundên El'enkawî û Elqahîra li devera Sehil Elxab li gundewarê Hemayê topbaran kirin, serbarî armanckirina herdu deverên Elqesir û Elwasta li rojavayê Helebê bi bêhtirî 25 topan, ku di encamê de ziyanên madî rû dan bê ku ziyanên canî werne naskirin .
236
