Careke din bingehên Emerîkî li Dêrazorê hatin armanckirin
Careke din bingehên Emrîkî li Sûriyê hatin armanckirin bê ku ziyan werne eşkerekirin,،û heta weke niha Emrîka tu daxuyaniyeke fermî derbarê êrîşa dawî belav nekirye.
Ajansa Enadol ya nûçeyan got ku şeva bûrî herdu bingehên kêlgeha Elumer û Konîko li başûrê bajarê Dêrazorê bi dironan hate armanckirin،, û tu zanyariyek li ser ziyanan nehatine belavkirin.
Pêntagona Emerîka di dawîn daxuyanî de got ji rêkefta 17 Cotmeha bûrî ve û heta 13 Berçileyê baregehên Emerîkî li Sûriyê û Iraqê 97 caran hatine armanckirin.
Berdewam girûpa bi navê Elmiqaweme Elislamiye li Iraqê êrîşan ser bingehên Emerîkî li Sûriyê û Iraqê li xwe digre.
233
