Efrîn .. Binpêkirin dermafê sirûşt û welatiyên kurd de berdewam in

Efrîn .. Binpêkirin dermafê sirûşt û welatiyên kurd de berdewam in

Dec 17 2023

Li Efrîna rojavayê kurdistanê binpêkirinên komên çekdar derheqê sirûşt û desteserkirina mal û milkên welatiyên kurd de berdewam in, herî dawî bi dehan dar hatine birîn.

Jêderek xwecihî taybet jI ARKê re ragihand ku li gundê Naza yê bi ser navçeya Şera ve ku di bin kontirola girûpa Sultan Murad de ye, û gundê Feqîra yê bi ser navşeya Cindêrsê ve ku di bin kontirola çekdarên Elemşat de ye derdora 100 darên zeytûnan hatine birîn.

Jêderê tekez kir ku girûpên çekdar yên li Efrînê bi mebesta bazirganîkirinê bi êzingan daran dibirin, ku nirxê yek ton êzing yên darên zeytûnan dighêje nêzî 150 Dolarê Emerîkî û yên merxan bi 100 Dolarî.

147