Di 24 demijmêran .. Bingehên Emerîkî li Sûriyê rastî êrîşên nû hatin

Di 24 demijmêran .. Bingehên Emerîkî li Sûriyê rastî êrîşên nû hatin

Dec 14 2023

Di 24 demijmêrên bûrî de, careke din bingehên leşkerî yên Emerîkî li Sûriyê rastî êrîşên nû ji aliyê mêlîsên bi ser Îranê ve hatin.

Berxwedana Islamî li Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand ku wê careke din bingeha Eltenef ya Emerîkî li rojhelatê Sûriyê bi dironekê armanc kir, û li gorî jêderên ragihandinê hêzên Emerîkî bersiva êrîşê da.

mêlîsan serbar kir ku bingeheke leşkerî ya Emerîkî li nêzî kampa Elrukban li nêzî sînorê li gel Iraqê û Urdunê bi dronekê armanc kir.

Herweha jêderên ragihandinê yên Sûrî jî dan zanîn ku bingeha Emerîkî li kêlgeha Konîko li bakurê rojhelatê Sûriyê rastî du êrîşan bi rêya dironên bomberêjkirî ji aliyê mêlîsên bi ser Îranê ve hat û piştî çend demijmêran bingeha Eltenef jî li nêzî kampa Elrukban bi du êrîşan hate armanckirin.

Jêderê tekez kir ku hêzên Emerîkî bersiva herdu êrîşên bomberêjkirî li bingeha kêlgeha Konîko li bakurê rojhelatî Sûriyê da.

Jê aliyê xwe ve jî jêderên xwecihî yên Sûrî ragihand ku bingeha leşkerî ya Emerîkî li bajarokê Şedadê li gundewarê Hesekê yê rojavayê kurdistanê ji aliyê heman mêlîsan ve hate armanckirin .

Li gorî Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ji 19ê Mijdara 2023an bingehên Emerîkî û Hevpeymaniya Navdewletî li Sûriyê 57 caran rastî êrîşan hatine ewjî wehaye:

13 êrîş li ser bingeha kêlgeha Elumer ya petrolê

11 li ser bingeha Şedadê li gundewarê Hesekê

11 li ser bingeha kêlgeha Konîko ya gazê

10 li ser bingeha Xirab Elcîr li Rimêlan

8 li ser bingeha Eltenef

2 li ser bingeha Til Beyder li gundewarî Hesekê

Êrîşek li ser bingeha Emerîkî li Rûbariya li gundewarê Dêrikê

Êrîşek li ser bingeha Qesrik li gundewarê Hesekê.






202