Israîl bingehên leşkerî li başûrê Sûriyê armanc kirin
Careke din artêşa Israîlê hejmarek bingehên leşkerî li başûrê Sûriyê armanc kir.
Jêderên xwecihî ragihand ku şeva bûrî artêşa Israîlê hejmarek bingehên leşkerî li başûrê Sûriyê kire armanc, piştî avêtina hejmarek mûşek ji nava xaka Sûriyê berev Israîlê ve.
Heman jêderê da zanîn ku mêlîsên bi ser Îranê ve muşekên ji corê )Katyoşa( ji gundewarê Quneytira berev Colanê ve avêtin û piştire Israîl bersiva wê êrîşê da.
ji aliyê xwe ve berdevkê artêşa Israîlê Efîxay Edru`î eşkere kir ku 3 top ji Sûriyê berev Israîlê ve hatin avêtin 2 ji wan di nava Sûriyê de ketin xwarê û ya din jî li devereke vekirî kete xwarê û got artêşa Israîlê bi tundî bersiv da bê ku hûrguliyên zêdetir derbarî bersivê û derencamên wê diyar bike .
243
