Di Mijdarê de.. Hevpeymaniyê 40 operasiyon li dijî DAIŞê li Iraq û Sûriyê encam dane
Serkirdayetiya Navendî ya Emerîkî ragihand ku wê li gel Hevpeymaniyê, 40 operasiyon di Mijdarê de li dijî DAIŞê li Iraq û Sûriyê encam dane.
Di daxuyaniyekê de Serkirdayetiya Navendî ya Emerîkî got: "Ji nav wan operasiyonan, şaneke DAIŞê ya berpirs di ber danîna pilanekê de ji bo encamdana êrîşan li dijî zîndanên li Sûriyê û rizgarkirina girtiyên rêxistinê, û yeke din ku kar li ser kemberên bombekirî dikir, hatine armanckirin".
Li gor daxuyaniyê, di 24 operasiyonên hevbeş de li dijî DAIŞê li Iraqê, 3 endamên rêxistinê hatine kuştin û 14 hatine girtin.
Herweha li Sûriyê di 16 operasiyonan de, endamekî rêxistina DAIŞê ya terorî hatiye kuştin û 19 hatine girtin.
256
