
Ji Cotmehê ve.. Bingehên Hevpeymaniya Navdewletî 47 caran hatine armanckirin
Milêsên “Elmuqawema Elîslamiya li Îraqê” yên ser bi Pasdarên Îranê ve di armanckirina bingehên leşkerî yên Emerîka û Hevpeymaniya Navdewletî de li Sûriyê û Îraqê berdewam in.
Duh 3ê Berçileya 2023yan, bingeha hêzên Emerîkî li balafirxaneya Ebû Hecer - Xerab Elcîr li bajarokê Rimêlan yê Rojavayê Kurdistanê bi mûşekan hate armanckirin.
Di daxuyaniyekê de, “Elmuqawema Elîslamiya li Îraqê” êrîşa li ser bingeha "Ebû Hecer - Xerab Elcîr" li xwe girt, serbarî armanckirina kêlgeha Elomer li Rojhilatê Dêrazorê û bingeha Eyn Elesed li Îraqê bi du dironan.
Jêderên xecihî jî ragihandin, ku bingeha leşkerî ya Hevpeymaniya Navdewletî li kêlgeha Konîko li gundewarê Dêrazorê bi mûşekan ji aliyê milîsên Îranî ve hatiye armanckirin.
Li gorî Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, ji 19ê Cotmeha borî ve, bingehên Hevpeymaniya Navdewletî 47 caran ji aliyê milêsên navborî ve hatine armanckirin:
Bingeha Eltenef 7 caran
Bingeha kêlgeha Elomer 11 caran
Bingeha kêlgeha Konîko 8 caran
Bingeha Emerîkî li devera Robariya ya ser bi Dêrikê ve carekê
Bingeha Xerab Elcîr 8 caran
Bingeha Elşedadî 9 caran
Bingeha Til Bêder 2 caran
Bingeha Qesrikê carekê.
141