
Zêdetirî 100î ye.. Berevaniya Sivîl hejmara êrîşên li ser Bakur Rojavayê Sûriyê belge dike
Du meh in, Rêjîma Sûrî û Rûsiya di topbarankirina deverên Bakur Rojavayê Sûriyê de berdewam in, di encamê bi dehan welatî bûn qurbanî.
Di derbarê êrîşên li ser Bakur Rojavayê Sûriyê û rewşên mirovî yên xirab li diverê, dezgeha Berevaniya Sivîl ya Sûrî raportek îro 2 Berçileya 2023yan derxit, tê de êrîşên li ser devera navborî belge kirin.
Li gorî raportê, di encama êrîşên Rêjîmê de, 15 sivîl jê 8 zarok in hatine kuştin, 57 jî birîndar bûne di nav de 14 zarok û 5 jin hene û amaje bi wê yekê kir ku hejmar êrîşên Rûsiya û Rêjîmê li ser deverê di meha borî de 100 derbas kiriye.
Her wiha Raportê encamdana Rêjîmê ji komkujiyekê re li gundê Qoqifîn yê li gundewarê Idlibê ku tê de 10 sivîl hatine kuştin, belge kiriye.
Ji aliyekî din ve, Berevaniya sivîl hoşdarî ji zivistaneke dijwar ku dê êş û azarên xelkê zêde bike da. Diyar kir, 54 kon li kampên Heleb û Idlibê di 19ê meha borî de, ji ber barana dijwar rastê ziyanan hatine.
Berevaniya Sivîl ya Sûrî ji civaka navdewlet xwest bi tundî li hember van êrîşan raweste û daxwaza bicîkirina biryarên navdewletî bo veguhestineke siyasî li Sûriyê û sizakirina encamderên pinpêkirin û tawanan, kir.
212