Rêxistinên sûrî daxwaze dadgeheke taybet ji bikarînerên çekên kîmyawî dikin

Rêxistinên sûrî daxwaze dadgeheke taybet ji bikarînerên çekên kîmyawî dikin

Dec 01 2023

Rêxistinên Sûrî yên sivîl û parêzvanên mafên mirovan daxwaza damezrandina "dadgeheke awarte" kirin ji bo sizakirina bikarhênerên çekên kîmawî li Sûriyê û li seranserê cîhanê.

Di daxuyaniyekê de ku ji aliyê Komeleya Qurbaniyên Çekên Kîmyawî li Sûriyê ve hat belavkirin, hat gotin, ku "Belge li ser bikaranîna çekên kîmawî li ser asta Sûriyê û cîhanê hene serbarî ku bikaranîna wan dibe sedema bêcezakirina sûcdaran.

Daxuyaniyê bal kişand ser wê yekê ku Rûsiya û Çîn rêgirî li şandina dosya bikaranîna rêjîma Sûriyê ji çekên kîmawî bo Dadgeha Tawanan ya Navdewletî kirin bi rêya vetoyê di Encûmena Ewlekariyê ya NY de di sala 2014an de, û tekez kir ku "rewşa niha bandorên rêgiriyê têk dide.

Herweha diyar kir ku dadgeh "wê bi awayekî bê avakirin ku ew saziyên navdewletî yên heyî, bi taybetî yên tawanên navdewletî, temam bike, û karibê kar di desthilata Dadgeha Tawanan a Navdewletî de bike.
Ji aliyê xwe ve, berpirsê Netewên Yekgirtî û amadebûna Mekanîzma Navdewletî, Bêalî û Serbixwe li ser Sûriyê tekez kir ku bi dadgeheke nû re kar bike,

û da zanîn ku “her saziyeke navdewletî ku jêderên terxankirî û tîmeke ku ezmûnek bidest xistiye di avakirina dozên derbarê çekên kîmawî de be. dibe ku bûyer di rewşek baş de be.

39