Xwepêşandanên Siwêdayê berdewam in

Xwepêşandanên Siwêdayê berdewam in

Dec 01 2023

Xwepêşandanên li dijî Rêjîma Sûrî li parêzgeha Siwêdayê berdewam in û hemû çîn û tiwêjên parêzgehê tê de beşdar dikin.

Îro Înê, 1ê Berçileya 2023yan, di bin silogana "Sûriyeke demoqrasî dûr ji necadperestiyê li ser bingeha Ol ji Xwedê re û welat ji hemûyan re" de, bi sedan welatiyên Siwêdayê xwepêşandaneke li qada Elkeramê li dar xist, tê de banga rûxandina Rêjîmê û bicîkirina biryarên navdewletî bo veguhestineke siyasî li Sûriyê kir.

Li bajarê Şehba yê ser bi Siwêdayê ve jî, bi dehan xwepêşander derbasî baregeha partiya Elbe´s li Bajêr bûn û wêneyên rayedarên Rêjîmê qetndin.

Di Tebaxa borî de, xwepêşandan ji ber xirabûna rewşa aborî li Siwêdayê bi rê ve çûn, piştre asta daxwazan bilind bû û welatiyan banga rûxandina Rêjîmê, bicîkirina biryara 2254 ya Netewên Yekbûyî û serbesberdana girtiyan kir.

218