Piştî 107 rojan ji girtinê.. Cinêd Mecîd ji aliyê çekdarên PYD ve hate serbestberdan

Piştî 107 rojan ji girtinê.. Cinêd Mecîd ji aliyê çekdarên PYD ve hate serbestberdan

Nov 30 2023

Piştî 107 rojan ji girtinê, Cinêd Seyid Mecîd endamê encûmena herêmî ya PDK-S ji aliyê çekdarên PYD ve li Girkê Legê hate serbestberdan

Jêderekê ji malbatê taybet ji ARKê re da zanîn ku îro 30 Mijdara 2023yan, hat berdan lê ta niha tometa ku pê hatibû girtin ne diyar e.

Mecîd ji 15ê Tebaxê ve li gel Berzan Hisên rojnamevan di Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûryia de hatiye girtin, di 30yê Îlûnê de Berzan hat berdan.

Ev ne cara yekê tê de Cinêd Seyid Mecîd, tê girtin, berî niha du caran hatiye girtin û rastî eşkenceyê hatiye:
Yekem car di 12 Tebaxa 2017an, hat girtin.

Duyem car Di 5ê Adara 2019an de hat girtin û tê de rastî eşkenceya tund û hovane hat.

Ta niha çarenivîsa bi dehan siyasetmedar û çalakvanên Kurd di girtîgehên PYDê de ne diyar e, ji wan:

- Behzad Dorsin (Endamê polîtbîroya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya PDK-S) di 24ê Cotmeha 2012 de ji aliyê çekdarên PYDê ve hat revandin.

- Nîdal Osman (Endamê rêxistina Dêrikê ya PDK-Sê) di 24-10-2012 de ji aliyê çekdarên PYDê ve hat revandin.

- Ehmed Osman Seydo (Endamê rêxistina Efrînê ya PDK-Sê) di 10-Îlûna -2013 de ji aliyê çekdarên PYDê ve hat revandin.

- Îdrîs Elo (Endamê rêxistina Efrînê ya PDK-Sê) di 08- Mijdara-2013 de ji aliyê çekdarên PYDê ve hat revandin.

- Fûad Îbrahîm (Endamê Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê) di 24 Adara-2017 de ji aliyê çekdarên PYDê ve hat revandin.

- Emîr Hamid (Endamê Rêxistina Soz) di 11-Çileya -2014 de ji aliyê çekdarên PYDê ve hat revandin.

- Cemîl Omer (Serokê Hêzên Demoqratîk Yên Kurdî li Sûriyê) di 13-Tîrmeha-2013 de ji aliyê çekdarên PYDê ve hat revandin.

Tevî bangên berdewam ji Encûmena Niştîmanî ya Kurdî, çalakvan û rêxistinan ve bo bidawîanîna van kiryar û binpêkirian, PYDê li ser pilana xwe rijd e, û her dem û demekê endam, û alîgirên ENKSê û partiyên di nav de dike armanc û bin çav dike, ENKSê jî tekez dike ku ev kiryar berê şêniyên kurd dide koçberiyê.

72