Ji destpêka sala 2023an ve...kuştina 12 kesên di bin îşkenceyê de li Girtîgeha Sêdnaya hatiye belgekirin.

Ji destpêka sala 2023an ve...kuştina 12 kesên di bin îşkenceyê de li Girtîgeha Sêdnaya hatiye belgekirin.

Nov 30 2023

Raporeke medyayî tekez kir ku rêjîma Sûriyê hîn binpêkirinên xwe di zindan û navendên girtinê de pêk tîne, û bêtirî 10 haletên kuştina di bin îşkenceyê de li zîndana Sêdnaya ji destpêka salê ve tomar kirine.

Tecemûh Ehrar Houran got ku nîvîsgiha wê ya hemahengiyê kariye 12 girtiyên ji parêzgeha Derha belge bike ku ji destpêka sala 2023an ve di encama îşkenceyê de li Girtîgeha Leşkerî ya Sêdnayê hatine kuştin.

Amaje bi wê yekê kir ku tevî rakirina dadgeha meydanî - ango hemû dozên leşkerî divê bo dadweriya leşkerî bêne veguhestin û divê bendên jorîn di prensîbê de bêne sepandin - lê rastî tiştek nehatiye guhertin.

Li ser çend çavkaniyan, eşkere kir ku "piştî derxistina biryara betalkirina dadgeha meydanî, rêjîmê hemû tomarên girêdayî dadgehê, û hemû lîsteyên navên girtiyan têk bir, û piraniya wan hatin kuştin.
yan ji ber îşkence yê hatine, sêdarkirina meydanî yan jî ji ber nexweşiyê hatine kuştin.

Tecemûh Ehrar Houran teqez kir ku rêjîm hên di binpêkirinên xwe di zindanan û navendên binçavkirinê de, çi yasayî û ne yasayî, pêk tîne, û li pêş bê dengiya navdewletî û rêxistinên qanûnî yên navdewletî. Û dibe ku sînorekî ji kiryar û tawanên li dijî mirovahiyê li Sûriye dênin.

25